Mela û muxtarê gundekî Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin
Derengiya şeva borî, komek çekdarên DAIŞê êrişî gundê Mehdan ê Xaneqînê kirin.
Endamê encumena bajarokê Qeretepe yê Xaneqînê, Selah Baban derheqê bûyerê de agahî da BasNewsê û got, derdora 10 çekdarên DAIŞê êrişî gund kirin û melayê gund, muxtarê gund û du kurên muxtar kuştin.
Selah Baban da zanîn, ew kesên hatine kuştin, hemû ereb bûn û got, ji ber muxtarê gund gelekî alîkariya kurdan dikir, ji aliyê DAIŞê ve hat kuştin. Melayê gund jî xizmekî nêzîkî muxtar bû.
Li gorî agahiyên BasNewsê, piştî bûyerê, hêzên Pêşmerge û Asayişê dest bi operasyonê kirine ji bo girtina wan çekdaran.
Basnews
