Serokomarê Îranê li Kurdistanê ye
Serdana Rûhanî rastî demekê tê ku serdema nû ya Parlamentoya Îranê pêr sond xwar û dest bi kar bû.
Rojnamevana Bloombergê li Tehranê, Golnar Motevalli li ser Twitterê nivîsand ku Rûhanî dê biçe Gola Wirmê jî ku bi dehsalan ber bi hişkbûnê ve diçe û gelekî hindik jê maye.
Pisporekî nirxand
Mamosteyê siyasetê li Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêra Başûrê Kurdistanê, Hisam Destpîş ji Rûdawê re wiha got.
"Ez ne bawer im Kurd li Wirmê gelekî çalak bin. Çimkî li Wirmê neteweperestiyeke Azerî heye ku ji ya Tewrîzê tundtir e. Li Wirmê desthilat ya Azeriyan e, di warê siyasî û leşkerî de."
Destpîş herwiha got: "Ez wisa dibînim ku ji bo rejîma Îranê pirsgirêkên navbera Kurd û Azeriyan xweş e. [Rejîma Îslamî] dibêje ku eger em birêve nebin, Kurd û Azerî dê Îranê têk bibin."
Mamostayê siyasetê bang li çalakvanên Kurd kir ku berê xwe bidine dîrokê û xwedî lê derkevin:
"Ji serdema Şêx Ubeydullah ve me mîratek heye li navçeya Wirmê. Divê em li ser vê yekê, xebat û berxwedanê ava bikin."
Li gotî dabeşkirina îdarî ya Îranê, navê resmî yê parêzgeha Wirmê "Azerbaycana Rojavayê" e ku têde ji bilî Kurd, Tirk jî dijî û ji bajarên wekî Wirmê, Mehabad, Bokan, Şino, Nexede, Serdeşt, Makû, Pîranşar, Xoy û Selmas pêk tê.
Duyem car e serdana Kurdistanê dike
Ev di nava salekê de duyem car e Rûhanî serdana Kurdistanê dike. Par jî, meha Tebaxê serokomarê "reformxwaz" hatibû bajarê Sineyê û gotibû: "Serdana min a Kurdistanê piştî rêkeftina nukleer, girîngiya Kurdistanê û ya gelê wê nîşan dide ku di parastina şoreşa Îslamî de çalak in."
Di dabeşkirina îdarî ya Îranê de, Sine bi resmî "Parêzgeha Kurdistan" e ku tenê çarêkek ji xaka Rojhilatê welêt li xwe digire.
Rûhanî yê serokomarê rejîma şîe herwiha peyamên yekrêziya mezhebî dabûne Kurdên piranî sunne û iddîa kiribû: “Sunne û Şîe, em hemû bira ne, em wekhev in. Kurdistan çavê Îranê ye. Îran çawa Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê parastibe, her wisa Sineyê jî diparêze."
Rudaw
