PKKê 2 tankên Artêşa Tirkiyê têk birin; 43 leşker hatin kuştin
Hêzên Parastina Gel (HPG), baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) îro di daxuyaniyekê de ragihand, ku gerîllayên wan li devera Qilaban a Şirnexê, li navçeya Lice ya Amedê û herwiha li Bedlîsê li dijî leşkerên Tirkiyê çalakî pêk anîne.
HPGê da xuyakirin, duh roja 28ê Gulanê piştî nîvro gerîllayên wan li navçeya Qilaban a girêdayî Şirnexê êrişî leşkerên Tirkiyê kirin. HPGê got, di êrişê de, gerîllayan 2 tankên Artêşa Tirkiyê û herwiha 3 bêlên mekanîkî (kepçe) têk birin û îdia kir, ku 40 leşkerên Tirkiyê di wê êrişê de hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya HPGê, gerîllayên PKKê di heman rojê de herwiha li navçeya Lice ya Amedê jî êrişî qereqoleke cendirmeyên Tirkiyê kirin û di encama vê êrişê de jî 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û leşkerek jî birîndar kirin.
HPGê tekez kir, ku di 28ê Gulanê de gerîllayên wan li hemberî Qereqola Şêx Cûma ya Bedlîsê jî çalakiyek pêk anîn. HPGê da zanîn, ku di çalakiya li Bedlîsê de jî leşkerek hat kuştin.
Rudaw
