• Saturday, 21 February 2026
logo

Xazir…Pêşmerge êrîşeke berfireh bire ser DAIŞê

Xazir…Pêşmerge êrîşeke berfireh bire ser DAIŞê
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li du gundên sînorê Xazirê êrîşeke berfireh birin ser çekdarên rêxistina tund a DAIŞê.

Îro serê sibê 29.05.2016ê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi piştîwaniya balefirên şer ên hêzên hevpeyman ve êrîş kirin ser gundên Teleswed û Werdekê, ku dikevin ser sînorê bereya Xazirê li parêzgeha Nînova.

Li gor zanyariyên destpêkê, êrîşa Pêşmergeyan ya berfireh li ser binkeyên DAIŞê ji çend baskanve hatiye pêşxistin û naha ber bi pêşve diçe.

Herwaha li gor zanyariyên destpêkê bi dehan çekdarên rêxistina terorîst hatine kuştin û birîndar bûne û herwaha beşek ji termê kuştiyên DAIŞê li cîhê şer mane û êrîşa Pêşmerge hîn jî berdewam e.

Basnews
Top