• Saturday, 21 February 2026
logo

Barzanî peyamek arasteyî kongreya 7ê ya Yekgirtuya Îslamî kir

Barzanî peyamek arasteyî kongreya 7ê ya Yekgirtuya Îslamî kir
Serokê herêma Kurdistanê di peyamekê da bo kongreya heftê yê Yekgirtûya îslamî, xwest rasparde û biryarên kongreyê di berjewenda gelê Kurda bin.

Mesûd Barzanî di wê peyamê da dîyar kir, niha gelê Kurd di qonaxeka nazik da derbaz dibe û delîveyeka mezin û êrîş û tehdît li pêşîyê ne, sereray hindê jî; hêzên pêşmerge bi xuna xwe parêzgarîyê li ax û kerameta Kurdistanê dikin.

Barzanî got: bila hêz û şîyanên partî û alîyan jî; mifayê ji van delîveyan werbigrin û bo berjewendîya gelê Kurd bi kar bînin ew jî li pênavê bi destve anîna dîyar kirina mafê çarenvîsaz û serbxweya gelê me.

Dupat kir jî, di proseya sîyasî ya Kurdistanê da, yekgirtûya îslamî rolekê hevseng gêraye, digel vê çendê jî dikare rolekê karîger hebe di rûbrûbûna tundrewîyê û şerê hizrî yê terorîstan da.

War.tv
Top