Serokê Baroyên Tirkiyê: NY dê piştgiriya hikûmeta HDPê bike
Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Dr. Prof. Metin Fevzigolu beşdarî bernameyeke televîzyona CNNTURKê bû û tê de mijara rakirina parêzbendiyê nirxand.
Metin Fevzioglu diyar kir ku piştî rakirina parêzbendiyê, dibe ku Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahettin Demirtaş û çend parlamenterên din ên HDPê bêne girtin.
Fevzioglu wiha got: "PKKê bi kelecan li benda rakirina parêzbendiyê ye û dixwaze jî. Heger dijminê we vê tiştekê dixwaze demek ku pirsek li vê derê heye.
Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê amaje kir ku PKKê dê wê yekê weke fersendê bi kar bîne ta ku bi dinyayê bide nasîn û bibêje mafê temsîliyeta “etnîsta me” tine û wiha pê de çû:
“Îşaret hene ku PKKê dê parlementoya mişextî damezirîne û ji aliyê hiqûqî ve, Rûsya û Sûriye di serî de, heta Neteweyên Yekbûyî jî dê piştgiriyê bide vê hikûmeta mişextî.”
Rudaw
