• Saturday, 21 February 2026
logo

DAIŞê li Mexmûrê ji sê aliyan de êrişî Pêşmerge kir

DAIŞê li Mexmûrê ji sê aliyan de êrişî Pêşmerge kir
Çekdarên DAIŞê li eniya Mexmûrê ji sê aliyan de êrişî hêzên Pêşmerge kirin lê tevahiya êrişên wan hatin şikandin.

Derengiya şeva borî çekdarên DAIŞê li gundên Girav, Saqiye û Ebû Şîte yên Mexmûrê êrişî Pêşmerge kirin.

Lê hêzên Pêşmerge karîn bi tundî bersiva wan êrişên DAIŞê bidin û derbên giran li wan bidin.

Li gorî agahiyan, çekdarên DAIŞê neçar man ji eniya şer birevin lê li pey xwe 19 kuştî hîştin.

Basnews
Top