• Saturday, 21 February 2026
logo

Serokkomar û Serokwezîrê Tirkiyê li Amedê ne

Serokkomar û Serokwezîrê Tirkiyê li Amedê ne
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan û Serokwezîrê nû Binali Yıldırım ji bo vekirina 116 projeyan îro hatin Amedê. Li bajarê Amedê ev du hefte ne amadekarî tên kirin û di vê çarêçovê de 42 kes hatin binçavkirin. Li hejmara polîsên bajêr 2 hezar û 600 polîsên din hatin zêdekirin.

Hat zanîn ku Serokkomarê Tirkiyê wê li ber deriyê Parêzgeriya Amedê axaftinekê bike û li ser banên nêzîkî parêzgeriyê nîşanger hatin bicihkirin û rê ji trafîkê re hatin girtin. Her wiha Erdoğan wê serdana gundê Herbecînê jî bike ku 16 gundiyan di encama teqîna kamyonê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Basnews
Top