Amerîka bersiva Tirkiyê da
Derbarê nerazîbûna Tirkiyê li ser danîna nîşanên YPG li ser milê xwe Berdevkê Wezareta Derva yê Amerîkayê Mark Toner di kongiryeke rojnemevanî de diyar kir ku, ew nîgeraniyên Tirkiyê fam dikin, lê belê YPG jî li hemberî DAÎŞê bi awayeke serkeftî şerî dike. Lewma piştgiriya wan dê berdewam be.
Di şerê li dijî DAÎŞê li ReQayê çend leşkerên Amerîkî nîşana YPGê li ser cilên xwe danîbûn.
Li ser vê yekê Wezîrê Derva yê Tirkiyeyê Mewlût Çavusoglu nerazîbûn nîşan dabû û diyar kiribû ko bila leşkerên Amerîkî nîşanên DAÎŞ û EL-NUSRAyê jî li xwe bikin.
K24
