• Saturday, 21 February 2026
logo

Demirtaş: Welatê Kurdan Kurdistan e

Demirtaş: Welatê Kurdan Kurdistan e
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demirtaş li kongreya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) axivî.

Demirtaş di kongreya ku li payextê Tirkiyê Enqereyê hate lidarxistin de got: "Eger Tirkiye ya Tirkan be, bila formula pêkvejiyanê bibînin. Na, eger ya me hemûyan be, me derfeta pêkvejiyanê heye. Gelê Kurd heye, neteweyek e, û welatê wî Kurdistan e."

Em mafên xwe dixwazin

Hevserokê HDP diyar kir ku desthilata Tirk giftûgo û diyalogê wekî "xiyanet li welat" dibîne û got:

"Em ji wan lava nakin. Em dê siberoja xwe bi destê xwe bihonin. Bedel dê giran be, lê encam serfirazî ye. Em mafdar in, ev çeka me ya herî bihêz e li hemberî hemû dinyayê. Me gundên tu kesî neşewitandine û bi milyonan kes bêcih û war nekirine. Em dixwazin di nav aştiyê de bijîn. Em dixwazin mafên me bêne qebûlkirin."

Demirtaş ragihand ku Tirkiye ber bi rejîmeke dîktatorî ve diçe û kesên teslîmî "wê zihniyetê nabe wekî terorîst" tê nasandin.

Demirtaş got: "Bi tunehesibandina Kurdan heta îro tu pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Min doh jî got, ew dixwazin em bibin Kurdên naylonî. Lêbelê rûmet [di wê Kurdîtiyê de] ne. Ji ber ku em dengê xwe bilind dikin dixwazin em bedel bidin."

"Kurdistana Demokratîk a Xweser"

Ji aliyê xwe ve Hevserokê DBP, Demir Çelik di axifina kongreya partiya xwe de got: "Kurdistana Demokratîk a Xweser ne projeyeke parçebûnê ye. Pêwîst nake bê terorîzekirin. Jixwe bi meşrûiyeta xwerêvebiriya gelan hatiye qebûlkirin. Karê me, avakirina wê ye."

Rudaw
Top