• Saturday, 21 February 2026
logo

PYD/YPG – Erdogan Amerîka şermezar kir!

PYD/YPG – Erdogan Amerîka şermezar kir!
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan Amerîka ji bo hevkariya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şermezar kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrk Binalî Yildirim ligel şandekê îro saet 13.30ê ji bo vekirina çend projeyan hatin Amedê.

Serokwezîr Bînalî Yildirim, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Pêşketinê Lutfî Elvan, Walî Huseyîn Aksoy, Midûrê Ewlekariya Bajêr Adnan Taşdan, Fermandarê Lîwaya Cendirmeyên bajêr Hasan Ceyhun Keleş li Balafirgeha Amedê pêşwazî li Erdogan kirin.

Emîne Erdogana hevjîna Erdogan jî pê re hatiye Amedê.

Li bajarê Amedê di vê çarêçovê de 42 kes hatin binçavkirin. Li hejmara polîsên bajêr 2 hezar û 600 polîsên din hatin zêdekirin.

Ew zerdeştî ne

Li merasîma vekirinên giştî Serokomarê Tirkiyê Erdogan wiha got:

“Ey xwişk û birayên min Amedî, ey xwişk û birayên min ên Kurd. Van heta îro ji bo we çi xizmet kiriye? Van ji bilî wêrankirin û şewitandinî çi kir? Van ji bilî kuştinê çi kirin? Ma van mizgeftên me ne şewitandin? Ew ateîst û zedeştî ne. Tiştek ji wan dernakeve, ew êrişî nirxên me dikin."

Amerîka şermezar kir

Erdogan di berdewamiya axafitna xwe de Amerîka ji bo ku li Rojavayê Kurdistanê hevkariya PYD û YPGê dike, rexne kir û wiha got:

"Ez ji Amedê bang dikim û piştgiriya ku Amerîka dide PYD û YPGê şermezar dikim. Soza ku dabûn me ev nebû. Li gor baweriya min dibê siyaset bi awayê dirust bê kirin. Ji ber vê yên ku dostên me ne, di NATOyê da bi me re ne divê leşkerên xwe bi nîşana YPGê va neşînin Sûriyeyê, nikarin bişînin."



Ji aliyê din ve Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim jî gotarek pêşkêş kir.

Yildirim jî wiha got: "Ji bo PKKê meseleya 'Kurdan' tuneye. Pirsgirêka we û ya Tirkiyeyê PKK ye. Me soz daye û sond xwariye ku emê vê pirsgirêkê ji rojeva Tirkiyeyê derxin.”

Rudaw
Top