• Saturday, 21 February 2026
logo

Ew DAIŞiyê ku jinên êzîdî difrot, ket destê Pêşmerge

Ew DAIŞiyê ku jinên êzîdî difrot, ket destê Pêşmerge
Ew çekdarê DAIŞê yê ku bazirganî bi keç û jinên kurd ên êzîdî dikir, ji aliyê Pêşmerge ve hat girtin.

Malpera Daily Mail a înglîzî ragihandiye, ew çekdarê DAIŞê yê ku keç û jinên êzîdî yên di şerê Şingalê de ketibûn destê DAIŞê, difrot û bazirganî bi wan dikir, ji aliyê hêzên kurdî yên Iraqê (Pêşmerge) ve hat girtin.

Li gorî wan wêneyên ku malpera Daily Mail belav kiriye, tê dîtin ku li kêleka wî çekdarê DAIŞê, çekdarekî din ê DAIŞê bi kincên jinan heye. Ev jî nîşan dide ku wan xwestine bi kincên jinan birevin lê hatine giritn.

Ev cara yekemîn nîna çekdarên DAIŞê bi kincên jinan ve tên girtin.

basnews
Top