• Saturday, 21 February 2026
logo

Nivîskareke Amerîkayê: Herêma Kurdistanê wek dewletek serbixwe ye!

Nivîskareke Amerîkayê: Herêma Kurdistanê wek dewletek serbixwe ye!
Li gor nivîskareke Amerîkayê tu welateke serbixwe li rojhilata navîn ava nabe, lê dervey Herêma Kurdistanê, ‘’ku naha wek dewlet tê zanîn.’’

Lêkolînvan û nivîskarê navdar ê Amerîkayê Robert Wors di hevpeyvîneke li gel CNNê diyar kir, Sûriye naha vê demê wê dabeşkirî bimîne û rojavayê Sûriyê ji aliyê rejîmê Sûriyê ve tê birêvebirin, rojhilatê Sûriyê jî ji aliyê Sunneyan û bakûrê Sûriyê jî, ji aliyê kurdan ve tê birêvebirin.

Robert Wors ragehand; ‘’Bi derbasbûna demê re, şikestên dewletên rojhilata navîn wê derkeve pêş, lê tu welateke din li herêmê ava nabe, dervey Herêma Kurdistanê, ku naha jî wek dewlet lê tê nêrîn. ‘’

Piştî 100 sal îmzekirina rêkeftina Sykes-Picotê di navbera nûnerên Brîtanya û Fransa de, dabeşkirina welatên rojhilata navîn pêkhat, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ragehandibû, rêkeftin bi dawî bûye, avabûna dewleta Kurdistanê li başûr peyvendiya xwe bi demê ve girêdayî ye.

Basnews
Top