Rojhilat – Tenê doza mafên xwe kiribûn lê her yekê bi dehan qamçî xwarin!
Par zivistanê li bajarê Tikabê yê Kurdistana Rojhilat, komek karkirên ku di mehdena zêr a bi navê Axdere de kar dikirin, bi hêceta ku heyama peymannameya wan xilas bûye, hatibûn derxistin.
Li gorî agahiyên malpera kurdpressê, wan karkiran jî li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan dabûn û ketibûn girevê. Yek ji wan karkiran ji kerba xwe kuştibû. Lê xwediyê mehdenê li dijî wan doz vekiribû.
Dadgehê bi awayekî sosret, 17 karkirên mexdûr sûcdar dît û ji her yekê re 150 qamçî û 5 sal zîndan derxist. Lê paşê cezayê wan daket 74 qamçiyan û 5 sal zîndana bi şert, yanê her gava ku sûcekî din bikin dê 5 salan bên girtin.
Hat gotin ku çend roj berê cezayê lêdana qamçiyan li ber çavên welatiyan, bi ser karkirên han de hatiye pêkanîn.
Bajarê Tikabê, dikeve başûrê rojhilatê Ormiyê. Li Tikabê, kurd, azerî, şîe û sunnî bi hev re dijîn. Beriya niha li Tikabê cihû jî hebûn lê piştî ku Îsraîl ava bû, tevahiya cihûyên wir çûn Îsraîlê. Nifûsa Tikabê derdora 85 hezarî ye.
Li gorî qanûnên Îranê, tenê ew kesên ku diziyê yan jî “zîna”yê bike qamçiyan dixwe.
Basnews
