• Saturday, 21 February 2026
logo

Obama Hiroşîma hembêz kir

Obama Hiroşîma hembêz kir
71 sal piştî karesata ku têde ji 100 hezarî bêhtir mirov di yek çirkeyê de ji aliyê bombeyeke atomî ya Amerîkayê ve hatine kuştin, Serokê Dewletên Yekgirtî yê Amerîkayê (DYA), Barack Obama serdana bajarê Hîroşîmayê kir.

Obama di çarçoveya heftiya bîranîna qurbaniyên bombeya atomî de, di rêwresmekê de li Parka Aştiyê ya Hîroşîmayê, piştî axaftinekê yek ji xilasbûyiyên êrîşê ku giriya hembêz kir.

Bi serdana roja Înê, Obama bû yekem serokê Amerîkî yê li ser kar ku biçe Hîroşîmayê û beşdarî çalakiyên bîranîna qurbaniyên mezintirîn karesata şerên mirovahiyê di dîrokê de.

Obama, di axaftina xwe ya rêwresmê de tekezî li ser pêwîstiya jinavbirina çekên atomî û nukleer kir û got: "Welatên ku xwedî mexzenên nukleer in, ji wan yê min jî, divê wêrek bin ku xwe ji tirsê rizgar bikin û li dûv cîhaneke bênukleer bigerin."

Herçendî gelek nîqaş li serê hatine kirin jî, Obama tu daxwaza lêborînê nekir.

Amerîka wekî aliyê serfiraz ê Şerê Cîhanî yê Duyem dibêje ji bo teslîmbûna Japonyayê û dawînanîna şer avêtina bombeyan pêwîst bû.

DYAyê serdema şer, piştî çar sal şer bi dewleta Japonyayê re li bereyê Pasifîkê, 6ê Tebaxa 1945ê bombeyeke atomî avête bajarê Hîroşîmayê. Sê roj dûvre bombeyeke duyem berda ser bajarê Nagasakî. Di her du êrîşan de, piraniya wan sivîl, herî kêm 140 hezar mirov hatine kuştin.

Rudaw
Top