• Saturday, 21 February 2026
logo

Çawîşoglo: Emerîka di sîyaset ên xwe de dûrû ye.

Çawîşoglo: Emerîka di sîyaset ên xwe de dûrû ye.
Wezîr ê derve yê Turkîyaê Mewlûd Çawişoglo, rexne girt ji pişkdarî ya hêz ên Emerîkayê li gel hêz ên Surya ya Dîmukratîk û dibêje Emerîka di sîyaset ên xwe de dûrû ye.

Çawîşoglo di kongireyek a rojnamvenî de li Entalîyayê rexne yên tund li Emerîkayê girt li ser pişikdarî ya serbazî ya Emerîkayê di operasyûn a kontirolkirin a Reqeyê de û dibêje: Heke Emerîka biçe dever ên Daişê, Enî ya Nusre, Qyîde û boko Heram bila simbûl ên wan helgire.

rexne yên Turkîyayê piştî belavkirin a hinek wêne yên serbazî Emerîkayî dihê ku li gel hêz ên Surya ya Dîmukrat ku piranî ya wan Ji YPGyê oêk dihê û pişkdarin di operasyûn a rizgarkirin a Reqayê. Di wan wêneyan de dîyar dibe ku serbaz ên Emerîkayî kinc ên YPGyê li ber xwe kirine û simbûl ên YPGyê hilgirtine.

Basnews
Top