Kemal Kerkûkî: Frokeyên Îraqî 4 caran bi plan sengerên pêşmerge bombebaran kirin
Kemal Kerkûkî, berpirsê bereyê rojavayê Kerkûkê yê hêzên pêşmerge taybet bo War got: li bereyê rojavayê Kerkûkê, wan rê nedaye heşda niştîmanî û heşda şebî nêzîkî bereyê wan bibin, ji berku zanyarîyan didin terorîstên Daişê, dîsan wan çi hemahengî jî, digel hêzên Îraqî da nînin.
Berpirsê bereyê rojavayê Kerkûkê bo War aşkere kir ku ji destpêka şerê digel terorîstên Daişê heta niha, frokeyên Îraqî çar caran bi nîyaz û plan, bombebarana sengerên pêşmerge li bereyê wan kirine û pêşmerge jî, cara çarê bersiva wan daye.
Derbarê livînên Daişê, Kerkûkî got: bêtirîya terorîstên Daişê li bajarkê Hewêce yê başurê rojavayê Kerkûkê, xelkê deverê ne û Daiş bi temamî lawazbûne û penayê bo kiryarên xwekujî dibin.
War.tv
