Bakur piştgiriya referandûmê dike
Peymana Sykes-Picot a di navbera dîplomatên Fransa û Brîtanyayê di sala 1916’an de hatibû îmzekirin tesîreke mezin li Rojhilata Navîn kir. Herçend ew peyman bi Şoreşa Octoberê bi dawî bûbe jî xalên wê peymanê bi peymanên dîtir hatin bi cih anîn. Di Peymana Sykes - Picotê de Kurdistan jî di navbera Brîtanya û Fransayê de hatibû dabeşkirin û parvekirin. Ew bernameya herdû welatan demeke dirêj li Kurdistanê berdewam kir. Lewre Fransayê demeke dirêj Sûriyê kontrol kir û bajarên Rojavayê Kurdistanê jî xist bin kontrola xwe. Herwiha Brîtanyayê jî heta piştî şerê duyem ê cihanê Iraq weke metîngerî bikaranî û Başûrê Kurdistanê jî di nava wê metîngeriyê de hesab dikir.
Beriya bi hefteyekê sed sal di ser wê peymanê re derbasbû. Peyman ji aliyê rayagiştî ya kurdan, partiyên siyasî yên kurdan û saziyên sivîl ê kurdan gelekî hat nîqaşkirin. Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî li bi minasebeta sedsaliya Peymana Sykes-Picotê li bajarên Amed, Wan, Batman ê Bakurê Kurdistanê û li bajarên Stenbol û Îzmîrê yê Tirkiyê rêzêebername li darxist. Akademîsyen û zanyarên kurd ê weke Dr. Eli Teter, Doç. Dr. Yaşar Abdulselamoğlu, Dr. Ekrem Önen, Dr. Roj Mamendî, Av. Mehmet Celal Baykara di bernameyên PAK’ê de gotarên xwe pêşkêş kirin û zanyariyên xwe yên di derbarê peymanê de bi mêvannên panelê re parvekirin.
Dr. Elî Teter: Me ji bernameyên Sykes-Picotê sûd wergirt
Dr. Elî Teterê ji Başûrê Kurdistanê ye di bernameyên PAK’ê de gotarên xwe pêşkêşkiriye ji BasNûçe’yê re axivî. Teter, eşkere kir ku kelecan û coşeke zêde bi xelkê Bakurê Kurdistanê re heye û ew bi vê kelecanê wan gelekî kêfxweş e. Herwiha Teter da zanîn ku xelkê Bakurê Kurdistanê geşedanên li herçar parçeyeên Kurdistanê rû didin ji nêzve dişopînin û wiha berdewam kir: “Beşdariyeke baş û kelecaneke xurt bi xelkê me ye Bakur re heye. Haya wan ji rûdanên herçar parçeyên Kurdistanê heye. Panelên Sykes-Picotê sûdeke mezin gihand xelkê me. Bi taybetî bernameyên li Amedê û Batmanê gelekî bi coş bûn.” Teter bal kişand ser bernameyên li Stenbol û Îzmîrê hatine lidarxistin jî û wiha axivî: “Kurdên me yên li bajarên Tirkiyê jî eleqeyeke baş nîşanî bernameya Sykes-Picotê dan. Coşa wan, zanyariyên wan, kelecana wan ne kêmî ya bajarên Bakurê Kurdistanê bû. Ew bala xwe didin herçar parçeyên Kurdistanê.”
Kurdên Bakur piştgiriyê didin serxwebûne
Herwiha akademîsyen Teter, çavdêriyên xwe yên li Bakurê Kurdistanê jî bi me re parvekir û ragihand ku gelê kurd ê li Bakurê Kurdistanê bi germî pêşwaziyê li rêferandûma Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî dikin û wiha axivî: “Em dibînin ku kelecanek bi wan jî re heye. Li benda referandûma Kurdistanê ne û gelekî dixwazin gelê kurd ê li Başûrê Kurdistanê çarenivîsa xwe diyar bike. Dizanin ku peymanên weke Sykes-Picot û Lozanê bûne hokara wê yekê ku Kurdistan ji hev cuda bibe. Ew dixwazin ew sînor êdî ji holê rabin û kurd li ser qedera xwe bibin xwedî gotin.” Teter, li aliyê din destnîşan jî kir ku kurdên li Bakur piştgiriya xwe ji bo referandûma Kurdistanê jî tînin ziman û ew bi germayî pêşwaziyê li serxwebûna Kurdistanê dikin.
“Divê YNK û Goran hesaba li ser berjewendiyên hizbî nekin”
Di dirêjahiya axaftina xwe de Teter, li ser geşedanên li Başûrê Kurdistanê jî axivî. Teter, rêkeftina YNK-Goranê bi bîr xist û eşkere kir ku ew hêvî dikin ku rêkeftina herdu arîşeyên nû durist neke û qeyranên heyî bi dawî bike. Herwiha Teter kiryarên endamên Tevgera Goranê jî bi bîrxist û wiha berdewam kir: “Em hêvî dikin ku rêkeftina YNK-Goranê ne li dijî tu aliyên siyasî û berjewendiyên netewî be. Em hêvî dikin ku rêkeftina wan qeyranên heyî çareser bike. Hin endamên Goranê hewldan ku emeliyateke siyasî li Kurdistanê bikin. Lêbelê negihiştin armancên xwe û planên wan hatin têkbirin. Eger armenceke Goranê û hevpaymanên wê yên dijî Kurdistanê hebin ew bi encam nabin.” Dr. Elî Teter, li aliyê din tekez kir ku divê Goran û YNK di qonaxeke wisa de nekevin du berjewendiyên hizbî û li dora berjewendiyên netewî kombibin.
“YNK-Goran ji bo dijayetiya PDK’ê rêkevtin“
kademisyen Teter, di berdewamiya axaftina xwer de bal kişand ser helwesta Partiya Demokrata Kurdistanê jî û anî ziman ku di ajandaya PDK’ê de serxwebûna Kurdistanê heye û PDK hêvî dike ku YNK jî nekeve nava lîstîkên Goranê û nebe şîrîkê Goranê yê tehrîbkar. Herwiha Teter, ragihad ku YNK û Goran amaje li ser wê yekê dikin ku ew ê parlementoyê aktîv bikin lêbelê hêza wan tuneye ku parlementoyê aktîv bikin. Teter, eşkere kir ku eger PDK amade nebe hizbên din nikarin parlementoyê aktîv bikin. Teter, her li ser meselaya rêkefina Goran û YNK berdewam kir û anî ziman ku YNK û Gorna dixwazin li dijî PDK’ê hejmara sendeliyên xwe di kursiya parlementoyê de zêde bikin û dijayetiyê li hember PDK’ê bikin. Teter, tekez kir ku bernameya PDK’ê û stratejiyên PDK’ê jî hene û heta niha PDK’ê hewldaye rêveberiyeke şefaf li herêmê bê duristkirin û bi wê armancê çend kursî dane YNK’ê û Goranê lêbelê ew ketine dur berjewendiyên xwe yên siyasî.
Teter, bal kişand ser kiryarên Tevgera Goranê jî û wiha berdewam kir: “Di hilbijrtinan de dengê herî zêde PDK’ê anî lêbelê PDK’ê rêveberî li ser esasên hevgirtin û yekgirtina kurdan danî. Serokatiya Parlementoyê, Cihgirê Serokê Parlemenoya Iraqê PDK’ê da Goranê. PDK’ê dixwest ku Goran hem di siyaseta navdewletî jî de hem jî di siyaseta navxweyî bihêz be. Lêbelê Goranê dijayetiya PDK’ê û berjewendiyên kurdan kir. Xwestin destkestiya kurdan rêveberiya kurdan ji holê rakin.”
“Planên li dijî serxwebûnê bi encam nabin“
Di berdewamiya axaftina xwe jî de akademîsyenê ji Başûrê Kurdistanê Dr. Teter, bal kişand ser amadekariyên referandûmê jî û da zanîn ku amadekarî bi lêzgînî berdewam dikin û ew ê rêferandûm di demeke nêzde pêk were. Herwiha Teter, tekez kir ku ew ê rêkeftina YNK-Goranê tesîrê li ser proseya refarandûmê jî neke. Herwiha Teter, destnîşan kir ku çawa Kurdistan dawî li endamên DAIŞ’ê û planên li ser têkbirina destkeftiyên kurdan ji holê rakiribe ew ê planên li dijî serxwebûna Kurdistanê jî têk bibe û ew ê xeyala kurdan pêk were. Teter axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me heta niha kar li ser serxwebûnê kiriye. Me parastina xaka xwe kir. Em ê planên dijî serxwebûnê jî têk bibin û ew ê gelê me ji bin lîstîkên rêveberiya rejima Bexdayê rizgar bikin. Divê partiyên siyasî di vê çarçoveyê de bibin yek û li îradeya kurdan xwedî derkevin. Eger wisa nebe ew ê arîşeyên din li hember me durist bibin. Diyaloga aliyên siyasî muhîm e. Divê aliyên siyasî guh bidin îradeya gelê kurd.”
Basnews
