Leşkerên me armên hevalbendên me bikar tînin
Beriya çend rojan wêneyên leşkerên Amerîka yên li Rojava ku di operasyona rizgakirina Reqqayê de piştevaniya hêzên kurd dikin, bi armên YPG’ê li ser kincên wan di medyayê de belav bûbûn. Li ser vê yekê ji Washingtonê daxuyaniyek hat. Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê Peter Cook di derbarê vê mijarê de ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku ew li ser vê mijarê tu şîrovyan nakin û got, “Lê belê beriya niha jî leşkerên me armên hevalbendên me bikar anîne.” Her wiha got leşkerên wan şêwirmendiyê dikin û pêşengiya operasyonê nakin.
Ji bo piştgiriya hêz kurd leşkerên Amerîkayê li Rojava ne û operasyona Reqqayê jî didome.
Basnews
