• Saturday, 21 February 2026
logo

Îranê li ser 'Îslamê' fermana mirina 7 girtiyên kurd da!

Îranê li ser 'Îslamê' fermana mirina 7 girtiyên kurd da!
Komek girtiyên siyasî yên kurd ji aliyê komara îslamî ya Îranê ve bi mirinê hatin mehkûmkirin.

Li gorî 7 girtiyên siyasî yên kurd, ku bi tohmeta “selefîbûn û çalakiyên ne qanûnî” ji sala 2009ê ve hatine girtin, di heyama çend rojên borî de hatine darizandin.

Ew girtiyên kurd ku hemû xelkê bajarê Mehabadê ne û niha li girtîgeha Recayîşehr a bajarê Kerecê yê Îranê de ne, bi hêceta ku “selefî û îslamiyên radîkal in û li dijî asayişa niştimanî” xebat kirine, bi îdamê hatine mehkûmkirin.

Dadgehê rê nedaye wan girtiyan da ku ji xwe re parêzeran bigirin. Wan girtiyên kurd, ruxmî ku bertek nîşanî fermana dadgehê dane lê dosyayên wan radestî Dîwana Bilind hatine kirin. Eger Dîwana Bilind îmze bike dê bên îdamkirin.

Basnews
Top