• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî beşdariya rêwresma salvegera 70 saliya serbixweyî ya Şahnişîna Urdinê kir

Serok Barzanî beşdariya rêwresma salvegera 70 saliya serbixweyî ya Şahnişîna Urdinê kir
Roja çarşem 25.05.2016 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya rewresma salvegera (70) heftih saliya serbixweyî ya Şahnişîna Urdin û sed saliya şoreşa mezina Erebî kir.

Li vê rêwresmê de ku ji aliyê Konsolxaneya Şahnişîna Urdin li Otel Rotana ya Hewlêrê hatibû saz kirin bi amadebûna Serok Barzanî û hejmarekî zêdeyê Konsol û nûnerên welatan û kesayetiyên siyasî û berpirsên îdarî û hizbî yên Herêma Kurdistanê birêveçû.

Di destpêka rêwresmê de piştî sirûda nîştîmanî ya Şahnişîna Urdin û Iraq û Herêma Kurdistanê peyama Şah Abdullah Paşayê Urdin ya bi helkefta bîranîna roja serbixweyî ya welatê wan hate xwendin. Paşa Heysem Abulful Konsolê Giştî yê Şahnişîna Urdin li Hewlêrê gotarek pêşkêş kir û têda spasî amadebûna Serok Barzanî kir û her wiha pesnê biha û rewşt û ehleqa bilind û xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê kir û ji bo hewandina koçber û lêqewimiyan bi pêzanînê ve behsa dilfirehiya xelkê Kurdistanê kir.

Hêjayî gotinêye her li vê rêwresmê de gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi helkefta salvegera heftih saliya serbixweyî ya Şahnişîna Urdinê ji aliyê Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate xwendin.
Top