Amûde: Mangirtinek li dijî kiryarên asayişê
Endamê Komîta Siyasî yê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Enwer Naso ji K24ê re ragihand, ku çalakiya wan li dijî kiryarên asayişê yên li gundên Amûde û devera Koçeran hatine kirin bû, ku asayişê bi awayekî derveyî rawişt û riftarên mirovahî êrîşî malên gundiyan kir û dest danîn ser çekên kesayetî yên gundiyan.
Naso derbarê girtina 40 xortî ji wan her du deveran de got ku, heger PYDê dixwaze berevaniya xaka Kurdî bike, leşkerên Roj amade ne mil bi mil li gel YPGê berevaniya Kurdistana Sûriyê bikin.
Roja 23 Gulanê li berbangê Asayîşa Rojava li bajarê Dêrikê û Amûdê ser bi çend gundan de girtin û hejmarek mezin ji ciwanên Kurd bo erka xweparastinê birin.
K24
