• Saturday, 21 February 2026
logo

YPG 6 kîlometerên din nêzîkî Reqayê bû

YPG 6 kîlometerên din nêzîkî Reqayê bû
Şervanên YPGê û HSDê di şerê kontrolkirina bakurê Reqayê de 6 KM pêş ve çûn û 8 gund û cihên stratejîk ji destê DAIŞê derxistin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dike, ragihandin, şervanên wan li rojhilatê bajarokê Bozanê (Eyn Îsa) her 4 gundên Fastê, Qirtace, Endîbin, Mistmisrice û 4 cihên din ên stratêjîk kontrol kirin.

HSDê da xuyakirin, ku operasyona Rizgarkirina Bakurê Reqayê berdewam e û balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya bi serpireştiya Amerîka jî cihên çekdarên DAIŞê bombebran dikin.

Herwiha HSDê aşkera kir, ku di encama şer de 23 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Li gorî zanyariyên ku HSDê belav kirine, di şer de şervanekî wan jiyana xwe ji dest daye.

Hêzên Sûriya Demokratîk herwiha di daxuyaniya xwe de da zanîn ku doh çekdarên DAIŞê li gundê Hîşe ku dikeve başûrê Bozanê (Eyn Îsa) êrîşeke xwekujî pêk anîn û di encamê de çend şervanên wan birîndar bûn.

Operasyona HSDê û YPGê bo girtina Reqayê bi piştgiriya Amerîka ji duh sêşemî 24ê Gulanê dest pê kir û îro di duyemîn roja xwe de bû.

HSDê û YPGê çend hefteberî niha amadekariyên xwe bo şerê Reqayê kiribûn. Herwiha Amerîkayê jî bo amadekariyên şer hejmara leşkerên xwe li Rojavayê Kurdistanê zêde kirib û şandeke pilebilind a leşkerî ya Amerîka bi serokatiya Fermandeyê Hêzên Navendî yên Amerîka li Rojhilata Navîn (CENTCOM), General Josef Vetolî (Joseph Vetloi) serdana kantona Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê kir û bi rayedarên siyasî û leşkerî yên Kurd re civiyan.

Rudaw
Top