Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir
Li hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên şerê dijî terorîstên Da'îş li parêzgehên Iraqê û serkeftinên hêzên Iraqî hate nirxandin. Li beşekî dinê civînê de di derbarê proseya siyasî ya Iraqê û rûdan û pêşhatên dawî ya li nav Parlemena Iraqê û peywendiya di navbera hêzên siyasiyan de danustandina bîr û ramanan kirin û her dû alî nêrînên xwe yên li ser qeyrana siyasiya Iraqê û sedemên qeyranê xistinrû.
