ENKS ligel şandeka Wezareta Derve ya Nerwicê re civiya
Duh, şandeke ji Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) bi Serokatiya Ibrahîm Biro bi Rêvebera giştî ya Wezareta Derve ya Norwêcê û çend perlemanterên wî welatî ligel çand karmendên Wezareta Derve ya Amerîkayê re civiyan.
Di civînê de rewşa pêşmergeyên Rojava û kirîza Sûriyê hat gotubêj kirin, herwiha şanda ENKSê giringiya vegerandina pêşmergeyên roj bi armanca berevanî û oarastina deverên Kurdî nîşan da.
Şanda ENKSê ji serokê wê Ibrahîm Biro û herdû endamên peywendiyên derve yên ENKSê Kamîran Haco û Siyamend Haco pêk dihat.
K24
