Mesrûr Barzanî: Heta kengî Kurd baca siyaset û Eqiliyeta Bexdayê bide?
Duh Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Berîtanyayê yê li Bexdayê Franck Becker û şandeke pê re kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulusê Berîtanyayê yê li Hewlêrê jî tê de beşdar bû behsa pêşhatên siyasî û ewlekarî yên Îraq û deverê hate kirin û tekez li ser domandina şerê dijî terorîstên DIŞIê hate kirin.
Her di hevdîtina han de Mesrûr Barzanî behsa rewşa eniyên şer û taktîkên leşkerî yên niha ên DIŞIê kir û got: DIŞI axeke gelek zêde ji dest daye lê bi wan êrîşên ku pêk tîne dixwaze prosesa azad kirina deverên din bi taybetî Mûsil paş bixe.
Her di civînê de behsa girîngiya îdare kirin û birêvebirina wan deveran ku ji destê DIŞIê hatine azadkirin, di navbera pêkhateyan de hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku ev îdare kirin û mekanîzma birêvebirênê lazime fakterekî girîng ya aramiyê be li wan deveran de.
Di berdewamiya civîna han de behsa pêşeroja têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û têkiliyên dîrokî yên di navbera Kurdistan û Berîtanyayê hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime şaştiyên dîrokî yên berê werin serrastkirin û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî got: Îraq bi awayekî xwezayî nehatiye damezrandin belku hatiye damezrandin û Kurd bi ti awayî ne sedemê kêşeyên heyiye li Bexdayê, heta kengî Kurd dibe baca ew siyaset û eqiliyeta han bide ku li Bexdayê deye?
Di dawî de Becker tekez li ser piştgîriya Berîtanyayê bo şerê dijî terorîstên DIŞIê di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de kir û spasiya hêzên pêşmerge jî kir ku bi awayekî qehremanane li dijî DIŞIê şer dikin û got: Yek rêzî û yek dengiya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê gelek girînge û lazime were parastin.
