Serok Barzanî pêşwaziya şanda Navenda Diyaloga Mirovî kir
Li hevdîtinê de şanda mîhvan bi kurtî ji kar û çalakiyên xwe yên aştîxwazane û mirovdostane yê li navçeyên cûda cûdayê cîhanê û her wiha awayê prensîpên karkirina Navenda Diyaloga Mirovî ji bo rêgirtina li şer û tundutîjiyê û dawî anîna bi şerê di navbera aliyên nakokiyan ji bo Serok Barzanî behs kir. Her wiha ronahî xistin li ser wan hewlan ku li gel grûpên çekdaran û Hikûmeta Sûriye ji bo dawî anîna şer û gihîştina bi aştiyê encam dane.
Şanda mîhvan spasî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku hevkar û hemaheng bûye li gel saziyên wan û daxwaza peywendî û hemahengî û şîretê ji Serok Barzanî kirin bo ku li encamdana erk û karên wan de ber çav roniyeke zêdetir hebê.
Li beranber da Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo şanda mîhvan xwest û erkê wan bi başî û mirovî wesif kir û amadehiya tevahî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemahengî û hawkarîkirina li gel Navenda Cîhanî ya Diyaloga Mirovî nîşanda.
Her li vê civînê de Serok Barzanî ronahî xiste li ser rewşa siyasî û emnî ya Iraq û Sûriye û navçeyê û behsa hereşeya terorîstan ya li ser aramî û bexteweriya gelên navçeyê kir.
