• Saturday, 21 February 2026
logo

Fazil Mîranî: PDK naçe jêr bar ê çi xwe sepandinan.

Fazil Mîranî: PDK naçe jêr bar ê çi xwe sepandinan.
Fazil Mîranî, sikirtêr ê Mekteb a Sîyasî ya Partî ya Dîmukratî ya Kurdiatan (PDK)yê, di rêresm a destbikarbûn a Edhem Barzanî, wek serok ê Civat a serkirdatî ya PDKyêli Silêmanîyê ragehand: PDK li ser rêkkevtin a di navber a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK) û Bizav a Gorranê (BG) turre nîye û ew mend û hêwirin, lê sîyaset a PDKyê wehayye naçe jêr bar ê çi xwesepandinan.

Fazil Mîranî, sikirtêr ê Mekteb a Sîyasî ya PDKyê, di kongireyek a rojnamevanîyê de, li Silêmanî ragehand: Berpirsînî ya hemû alîyan paraztin a evan destkevtan ku bi xwîn a şehîdan bi dest ve hatine. Divê bi rê ya dîyalog û locîkê arîşeyan çareser bikîn, nabe penayê bibîn bo locîk a hêzê, çunkû locîkek a demkîye û hêz a locîkê hêzek a berdewame û zû yan direng her dê biserkeve.

Amaje bo wê yekê jî kir: Em wek PDK tim mend û hêwirîn û zûr nebûyîne heya hêwir bibîn, Mendî û hêwirî ya me tenê pûaraztin a detkevt ên neteweyî û pêşvebirin a wane, lew me hêwirîç û mendî hilbijartîye, lê naçîn jêr bar ê sepandin a tiştan bi ser xwe de.

Li ser encamdan a rifrandsomê û ew komîte ya ji alî yê PDKyê hatîye pêkhînan bo serdankirin a alîyan, Mîranî got: Ew kîçmîte hêzj maye, lê rewş a nû hatîye pêş, lew danûstandin dest pê nekrîne , eger li gel Îraqê bigehîn rêkkevtinê, pêdivî bi encamdan a rifrandomê nake.

Di pişkek a dî ya gotar a xwe de, Fazil Mîranî, daxwaz ji dezgeh ên ragehandin n Kurdistanê kir: Panzînê bi ser agirî nadakin û avê bi agir bidakin, çunku kes nîne agir wî neşewitîne û yekem car jî hun têde dişewitin.

K24
Top