• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê nû yê Şahnişîna Urdinê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê nû yê Şahnişîna Urdinê kir
Roja sêşem 24.05.2016 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Heysem Ebulful Konsolê nû yê Şahnişîna Urdin li bajarê Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Konsolê Şahnişîna Urdin li Hewlêr silavên Şah Abdullah Paşayê Şahnişîna Urdinê bi Serok Barzanî gihand û tekez jî li birayetî û dostayetiya di navbera gelê Kurdistan û gelê Urdinê kir. Her wiha pesnê rola qehremananeya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li şikestdana terorîstan kir û pêzanînên xwe jî ji bo Hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê hebû ku gelek bi dilfirehî yarmetiya sedan hezar koçber û lêqewimiyan daye.

Li beranber da Serok Barzanî spasiya Şah Abdullah û gelê Urdinê kir ku pabend û xwediyê bihayên bilindin û peywendiya di navbera Herêma Kurdistan û Şahnişîna Urdinê bi peywendiyekî taybet û dostane wesif kir û tekez jî li ser kûrtirkirina peywendiyên di navbera her dû aliyan kir. Serok Barzanî spasî tîmên pizîşkiyên Şahnişîna Urdinê kir ku li Herêma Kurdistanê da li çareserkirina nexweşiyên wan de yarmetiya xelkê kirine.

Top