Serok Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Sûriye kir
Di destpêka hevdîtinê de, şanda mîhvan xweşhaliya xwe bi hevdîtina li gel Serok Barzanî derbirî, her wiha bi kurtî di derbarê guhertinên meydaniyên dawî ya şerê rûbirûbûna terorîstên Da'îş û proseya azadkirina Feluce û amadekariyên ji bo azadkirina bajarê Mûsilê ji bo Serok Barzanî xisterû.
Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê Da'îş li Iraq û Suriye û şanda li gel bi girîngiyê ve behsa berdewamiya hemahengiya hêzên Pêşmerge û hevpeymanan ya ji bo nehiştina terorê li navçeyê da kir.
Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan bi girîngiyê ve behsa hemahengiya hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymaniyê ya ji bo nehiştina terorîstên Da'îş kir.
Li beşekî dinê hevdîtinê de behsa amadekariyên proseya azadkirina bajarê Mûsilê kirin û her dû alî li ser bi hêztirkirina hemahengî û yarmetîdana bi navê ji navbirina terorê bi hevrêbûn.
