• Saturday, 21 February 2026
logo

Amerîka : divê ew rêkeftin li dijî partiyeke din nebe

Amerîka :  divê ew rêkeftin li dijî partiyeke din nebe
Amerîka helwesta xwe li hember rêkeftina navbera Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorran eşkere kir û ragihand, divê ew rêkeftin li dijî partiyeke din nebe û bandorê li ser şerê DAIŞê jî neke.

Roja 17ê Gulana îsal, YNK û Gorranê bi hev re rêkeftinek îmze kirin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bi hêceta ku ew rêkeftin li dijî wê hatiye îmzekirin, bi tundî li dijî rêkeftinê nerazîbûn nîşan dabû û heta niha jî nerazîbûn û “fikarên wê” li hember rêkeftina han didomin.

Amerîka jî piştî hefteyekê helwesta xwe li hember wê rêkeftinê eşkere kir. Li gorî agahiyên ku rayedarekî Gorran daye heftenameya Bas, Amerîka hişyarî daye YNK û Gorranê û ji wan re gotiye, nabe rêkeftina wan li dijî hêz û partiyeke din be û rewşa Herêma Kurdistanê ber bi aloziyê ve bibe.

Wî rayedarê Gorranê anî ziman ku Amerîka her wiha ji YNK û Gorranê re gotiye, divê rêkeftina we nebe sebeba duberetiyê û bandorek xirab li ser şerê li dijî DAIŞê neke.

Li gorî ku wî jêderî daye zanîn, rayedarên Amerîka pêşniyara navbeynkariyê kirine û ragihandine, ew amade ne hêzên Kurdistanî li hev bicivînin û bi rêya diyalogê kêşeyên wan çareser bikin.

Wî rayedarê Gorranê, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, got ku YNK û Gorran niha xwe ji hevdîtina bi PDKê re amade dikin û li ser tevahiya bendên rêkeftinê bi wê partiyê re dest bi gotûbêjê bikin û di mijarên mîna hilbijartina serok ji aliyê parlamentoyê ve, guhertina qanûna serokatiyê û sîstema rêveberiya welêt de nermiyê nîşan bidin.

Wî rayedarê Başûrî ev yek jî eşkere kir ku Amerîka hişyariyek wisa daye Gorran û YNKê ku divê di nav heyamek diyarkirî de hinek bendên rêkeftina xwe biguherînin da ku li gorî nêrînên PDKê be.

Endamê Encumena Serkirdatiya YNKê Ferîd Eseserd jî li ser rêkeftina YNK û Gorranê ji Bas re got, helbet rêkeftina YNK û Gorranê tenê di navbera du hêzan de hatiye îmzekirin. Lê eger hêzek din bixwaze tevlî bibe wê çaxê dê daxwaz û şertên wê hêzê li ber çavan were girtin û rêkeftin were guhertin.

Ferîd Eseserd her wiha ragihand, YNK û Gorranê biryar dane lêjneyek hevbeş pêk bînin û bi partî û hêzên din re hevdîtin bikin.

Lê endamê Encumena Serkiratiya PDKê Elî Ewnî li ser vê yekê ji Bas re got, ew bendên ku di rêkeftina YNK û Gorranê de hatine ziman, heman ew bend in ên ku di civîna roja 23ê Hezîrana par a Parlamentoya Kurdistanê de hatibûn ziman. Ji ber wê jî em li ser bendên 23ê Hezîranê gotûbêj nakin. Ev rêkeftin tê wê wateyê ku Gorran ji derî re derketiye derve lê dixwaze bi pencereya YNKê re were hundir.

Elî Ewnî her wiha diyar kir, ew bend û xalên ku di rêkeftinê de hatine ziman tenê Gorran dikare wan biguhere.

Wî rayedarê PDKê anî ziman ku PDK bê şert û merc amade ye bi her hêzekê re hevdîtin bike.

Basnews
Top