Li Mêrdînê bombe bi leşkeran ve teqiya
Li gorî agahiyan, li Taxa Abdulqadirpaşa ya navçeya Nisêbîn a girêdayî parêzeha Mêrdînê bombeyek bi hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve teqiya.
Di encama teqînê de 4 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn. Hat ragihandin, ku birîna yek ji leşkeran giran e.
Piştî teqînê, hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê û tîmên hawarçûnê gihîştin cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê dest bi lêgerîn û operasyonên kirin.
Li navçeya Nisêbînê ji 14ê Adar a îsal ve heta niha qedexeya derketina derve û herwiha operasyona hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê berdewam e.
Rudaw
