• Saturday, 21 February 2026
logo

HDPê banga komkirina îmzeyan dike

HDPê banga komkirina îmzeyan dike
Partiya Demokratîk a Gelan bi daxuyaniyekê ragihand ku, wan kampayeke komkirina îmzeyan dane destpêkirin ku, dengdayîna li parlamentoyê ya derbarê rakirina parêzbendiyan de betal bibe û bangî parlamenterên partiyên din kir ku, bi îmzeyên xwe piştgiriya wan bike.

Derbarê vê mijarê Cîgira Serok ya Koma HDPê Çaglar Demirel li parlamentoya Tirkiyê daxuyaniyek da çapemeniyê,di daxuyaniyê hate destnîşankirin ji bo ew guhertina destûrî ya di encamê de parêzbendiyên parlamenteran rakir, were betalkirin HDPê dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide, lewra kompanya komkirina îmzeyan daye destpêkirin

Çaglar Demirel Wiha axivî: " Prosesa darbeyî ku, bi hilbijartinên 7ê Hezîranê dest pê kir, mohra xwe li Parlamentoyê jî xist.

Çagar da zanîn ku, armanc ji wê siyasetê derkirin û dûrkirina HDPê ye. Ji bo betalkirina vê guhertinê ewê hemû rêyên hiqûqî biceribînin.Aşkere kir ku, hejmara têrê nake. Eger serî li Dadgeha Destûra Binhehîn bidin pêdivî wan bi 110 îmzeyan heye. Haya ji wan parlamenterên bi wijdan heye ku, di nava CHPê de ne.

Herwiha Cîgira Serok ya Koma HDPê Çaglar Demirel wiha jî got: "Li gorî me divê êdî cihê wan ne CHP be. Divê nebin şirîkê wê darbeyê û danîna pergala serokatiyê."

Tê zanîn ku, li parlementoya Tirkiyê yasaya derbarê rakirina parêzbendiyan138 parlementeran bi 376 dengan hatibû qebûl kirin.

K24
Top