Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û qeyran û rûdanên siyasiyên vê dawiyê ya Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan û behsa çareseriyên ji bo yek alîkirina wan kêşeyan kirin. Her dû alî tekez li ser diyalog û hevdû têgihîştina di navbera aliyan ya ji bo çareseriya giriftan kirin.
Li hevdîtinê de Serokê Encûmena Nûneran ragihand ku fraksiyonên Encûmena Nûneran di civîn û danustandinên berdewam dane bo ku bigihin çareseriyeke hevbeş û lîjneyên Encûmena Nûneran li ser karên xwe de berdewamin.
Li beşekî dinê civînê de tîşk xistin li ser rewşa emnî û şerê terorîstên Da'îş û serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistan û hêzên Iraqiyan.
