Barzanî û Cibûrî dê behs a vegerran perlemantar ên Kurd bo Bexdayê bikin.
Xesro Goran, serok ê firakisyûn a Partî ya Dîmûkrat a Kurdistanê di perleman a Îraqê de, bi malper a Kurdistan 24 ragehand: Biryare evro şandek a perleman a Îraqê bi serokatî ya Selîm Cibûr, serok ê perleman a Îraqê serdan a Hewlêrê bike û li gel Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê kom bibin û rewş a Îraqê gêngeşe bikin.
Got jî: Endam ên evê şand a ku serdan a Herêm a Kurdistanê dike ji alîyê Heyder Ebadî û Selîm Cibûrî hatîne destnîşankirin û di vê kombûnê de behs a pirs a vegerran a perlemantar ên Kurd bo Bexdayê dê bihê kirin.
Ev di demekê de ye, li 30yê Nîsan a 2016yê, xwepîşanderan li Bexdayê hêrişkirin ser avahî ya perleman a Îraqê û sivikî bi hinek perlemantaran kirin ku hijmarek ji wan perlemantar ên Kurd bûn. Jio wê demê ve firaksyûn ên Kurdistanî di perleman a Îraqê de, baykût a kombûn ên perlemanê kirine û vegerîyane Herêm a Kurdistanê.
K24
