• Saturday, 21 February 2026
logo

Birîtanya: Tirkiye sala 3000 renge bibe endamê Yekîtiya Ewropa

Birîtanya: Tirkiye sala 3000 renge bibe endamê Yekîtiya Ewropa
Serokwezîrê Birîtanya David Cameron ragihand, li gorî pêşbînî û texmînên derbarê pêşketinên Tirkiyê de, dibe ku sala 3000 Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropa.

Serokwezîrê Birîtanya David Cameron îro yekşemiyê 22ê Gulanê di hevpeyvînekê de ligel kanala I TV a Birîtanya derbarê çûna Tirkiyê bo nav Yekîtiya Ewropa de axivî.

David Cameron got, îtîlafa alîgirên derketina Birîtanya ji Yekîtiya Ewropa ragihandibûn, ku London nikare pêşiya endambûna Tirkiyê di Yekîtiya Ewropayê de bigire.

Cameron nêrîna îtîlafa alîgirên derketina Birîyanya ji YEyê red kir û da xuyakirin, ku Birîtanya mafê vetoyê heye û dikare derbarê vê yekê de mafê xwe yê vetoyê bi kar bîne.

Serokwezîrê Birîtanya derbarê proseya wergirtina Tirkiyê wek endam di Yekîtiya Ewropa de jî destnîşan kir, ku renge endambûna Tirkiyê di YEyê de bi dehan salan dom bike.

Cameron got: "Bi ti awayî tiştek wisa nîne ku Tirkiye di demek zû de biçe nav YEyê. Tirkiye sala 1987an daxwaza endambûnê da û li gorî pêşbînî û texmînan û li gorî pêşketinên mijara endambûna, renge di sala 3000 de ev yek bigihîje encamê."

Rudaw
Top