• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şanda Bereya Çaksazî ya li Civata Nûnerên Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya şanda Bereya Çaksazî ya li Civata Nûnerên Iraqê kir
Roja yekşem 22.05.2016 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Bereya Çaksazî ya li Encûmena Nûnerên Iraqê kir.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan behsa wan sedeman kirin ku hana wê yekê dane li beranber proseya siyasiya Iraqê helwest werbigrin û rêya protestoyê li ber bigrin. Paşê ajanda û armanc û awayê karkirina xwe ji bo Serok Barzanî şîrove kirin û daxwaza destpêkeke nû ji bo Iraq û proseya siyasî kirin bi cûreyek ku îdaredana şaş nemîne û rêz li rêkkeftinan û şeraketa di navbera pêkhatên Iraqê bê girtin.

Şanda mîhvan spasî hevkarî û mîhvandariya gelê Kurdistanê ya ji bo koçber û lêqewimiyên Iraqê kirin û rexne jî li Hikûmeta Iraqê girtin ku xema koçberan de nebûye wekî bibêjî ku hemwelatiyê Iraqê nebin.

Li beranber da Serok Barzanî tekez li ser pêwîstiya guhertin û çareserkirina giriftan kir û eve jî xisterû ku awayê û dema daxwaziyê û hewldana ji bo guhertinê divê li ber çav bê girtin bi cûreyek ku ziyanê li rûbirûbûna terorîstên Da'îşê nede.

Li beşekî dinê civînê de Serok Barzanî behsa dîrok û qonaxên damezrandina dewleta Iraqê û wan êşan kir ku li ser gelê Kurdistanê da hatiye û ronahî xiste li ser nêrîna Herêma Kurdistanê ya di derbarê rûdanên Bexda.

Top