DAIŞê êrişa Qamişlo li xwe girt
Li gorî zanyariyên xwecihî ji bajarê Qamişlo, doh êvarê, di dema şerê navbera 2 hêzan de qewimî: Hêza Sotoro ya Xiristiyanî û Hêzên Sûriyeya Daiyk, 3 xwekujên ji DAIŞê êrîş pêk anîn.
Çavkaniyên taybet eşkere kirin ku demjimêr 23:00ê şer qewimî. Di wê navbirrê de 3 bombe hatin teqandin. Lê DAIŞê ragihand ku ew teqîn bi rêya xwekujên vê rêxistinê pêk hatin.
Teqîna yekê ji hersê bombeyan li nêzîkî xwaringeha Meyamî bû. Ya duyem jî li nêzîkî kolana giştî bû. Lê bombeya sêyem li nêzîkî xwaringewha Domîno bû.
Her li gorî zanyariyên hêza Sotoro 3 xwekuj bi otomobîlekê bi vê êrîşê rabûn. Yekî ji wan xwe bi sivêlan ve teqand, yê din jî hate kuştin û yê sêyem çarenivîsa wî ne diyar e.
Di encama vî şerî de, 3 otomobîl şewitîn û hejmara birîndaran 6 kes in û hejmara kuştiyan 3 kes in.
Bajarên Rojavayê Kurdistanê car caran di bin armanca êrîşên komên îslamî û di wan êrîşan de pirraniya qurbaniyan sivîl in.
Rudaw
