• Saturday, 21 February 2026
logo

Başîk: Daişê xaza xerdal li dijî pêşmerge bikaranî

Başîk: Daişê xaza xerdal li dijî pêşmerge bikaranî
Terorîstên Daişê, carek din çekê kîmyayî li dijî pêşmerge bikar anîn, fermandeyekê pêşmerge jî radigihîne; di pişkinînan da dîyar bûye, Daişê xaza xerdel ku heman ew xaze ya rejîma Beesê li Helebçe bikar anîye, li dijî pîşmerge.

Emîd Zekî Rêkanî, berpirsê operasyonên fermandeya sefîn bo War got: berîya du rojan, terorîstên Daişê li sînorê fermandeya wan li Başîkê, çekê kîmyayî li dijî hêzên pêşmerge bikarîna û bo egerê birîndar bûna zêdetir ji 10 pêşmergeyan.

Got jî: îro tîmeka Almanî ya taybetmend, pişkinîa li wî corê xazê kir û di pişknînan da dîyar bûye ku xaza xerdele û heman ew xaze ya rejîma Beesi li Helebçe kirî ye.

Ev di demekî daye, heta niha bêtirî ji 10 caran, terorîstên Daişê li bereyên şerî yên cuda, çekê kîmyayî li dijî pêşmerge bikarînaye.

War.tv
Top