• Saturday, 21 February 2026
logo

fermandarê hêzên navendî yê Amerîkayê serdana Sûriyê kir

fermandarê hêzên navendî yê Amerîkayê serdana Sûriyê kir
Bi armanca gotûbêjkirina proseya rizgarkirina bajarê Reqayê û şerê li dijî DAIŞê fermandarê hêzên navendî yê Amerîkayê General Joseph Votel bi awayeke nehênî 11e seatan serdana Rojavayê Kurdistanê kir.

Derbarê wê serdanê Ajansa Associated Press a Amerîkayê aşkere kir ku, fermandarê hêzên navendî yê Amerîkayê General Joseph Votel di serdana xwe ya Rojavayê Kurdistanê de, hevdîtin ligel serkirdeyên Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ya ku, ji şervanên Kurd, Ereb û Xiristyan pêk tê kirin.

Ji aliyê xwe ve malpera CNNê jî di nûçeyeka xwe de ragehand ku, fermandarê Amerîkî Joseph Votel serdana gelek cîhan li Sûriyê kiriye,bêy ku,navê wan cîhane aşkera bike.

Nûnerê Serokê Amerîkayê Brett McGurk jî, li ser malpera xweya Twitterê ragehandibû ku, General Joseph Votel bi armanca amadekariyên operasyonên rizgarkirina bajarê Reqayê paytexta DAIŞê serdana Sûriyê kiriye.

Ji sala 2014an ve, ev yekemîn çare ku, berpirsekî di vê astê de serdana Rojava û Sûriyê dike.

K24
Top