• Saturday, 21 February 2026
logo

Necmedîn Kerîm: Emê Kerkûkê bikin herêmeke serbixwe

Necmedîn Kerîm: Emê Kerkûkê bikin herêmeke serbixwe
Parêzgerê Kerkûkê ragehand, ew dixwazin li Bexdayê cuda bibin, lê naxwazin li ser herêma Kurdistanê bin, ji ber ku kar dikin ku Kerkûkê bikin herêmeke serbixwe.

Îro 22.05.2016ê parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji radyoya Sewa yê re ragehand: ‘’Em daxwaz dikin Kerkûkê li Bexdayê cuda bikin, lê ev daxwaz nayê wateya ku biçin tenişt herêma Kurdistanê, ji ber ku derbasbûna heyamekê ye ku wê sê sala berdewam bike û berî rapirsiyê li ser çarenivîsa parêzgehê wê seknandin. Yan di bin desthilatiya hikûmeta Iraqê de dimîne, yan dibe herêmeke serbixwe, yan jî diçe ser herêma Kurdistanê.’’ Herwaha diyar kir, mafê çarenivîsê di destê rûniştvanên parêzgeha Kerkûkê de ye. Ew jî tenê bi rûniştvanên Kerkûkê ên ku di sala 1957ê de hatine tomar kirin ve pêktê.

Li gor gotinên parêzgehê Kerkûkê û di heman demê de endamê polît bûroya YNKê ye jî; destûra Iraqê rê dide parêzgehan, ku xwe wek herêm damezrînin, yan jî biçine ser herêmeke din û dibêje: ‘’Bingehê dervey navendbûnê di rêvebirin û fermanreviyê de, herwaha veguhezîna desthilatê, armancê pêşxistina waqiî parêzgehane. Ne dabeş kirina welat e.’’

Her di vê derbarê de çavkaniyeke agahdar di encûmena parêzgeha Kerkûkê de ji BasNewsê re ragehand, naha Necmedîn Kerîm li Amerîkayê ye û got: ‘’Di vê serdanê de bi piştîwaniya Şîeyên Iraqê, hewl dide herêmeke serbixwe li navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê ava bike û astengiyê ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê pêkbîne.’’

Basnews
Top