Erdogan: PKK ne nwêner ê Kurd e li Turkîyayê
Di gotarekê de, li ser rewş a bakûr ê Kurdistanê û pirs a Kurd li Turkîyayê, Receb Teyîb Erdogan got: Enqere dê berdewam bibe li kompîn a xwe dijî PKKyê û nehêlan a gef ên tîrorizmê li bakûr a Kurdistanê.
Li ser wê yekê ku PKK xwe bi nwêner ê Kurd li Turkîyayê dizane, Erdogan got: Ev gelek dûre ji rastîyê û eger weha be, bo çi PKK wan kesan dikuje ku pirje yên rajedarîyê li dever ên Kurdî bicih dihînin yan karkeran dikuje yan endazyaran direvîne.
Di pişkek a dî ya gortar a serok ê komar a Turkîyayê amaje bo wê yekê kir: Ew PKKye xîndingehan û mizgeftan dişewtîne û avahîyan diherfîne.
Ev di demekê de heye şerr û alûzî li bakûr ê Kurdistanê zêdetir bûye û opirasyûn serbazî yên Turkîyayê ûhêriş ên gerîla yên PKK di berdewamin li bajar ên Bakûr a Kurdistanê, ev jî bûye eger têkçûn a jîyan û guzeran a xelkê.
K24
