“Erdogan daxwaz kiriye Bayik û Qereyelan bibîne”
Serokê Firekesyona HDPê di parlemenê Tirkiyê de Idrîs Baluken di hevdîtinekê de axaftinên Onder piştrast kirin û behsa pêwendiyên di navbera AKPê û Qendîl de kir û amaje kir ku, AKPê xwestiye ligel Qendîl bicivin û ji wan nêzîk bibin.
Doh 19 Gulanê parêzbendî ji ser 53 parlementarên HDPê hate rakirin, bêhtirê wan têne tuhmet kirin bi piştevaniya PKKê û biryara xwe ji Qendîlê dibin, lêbelê Baluken di hevdîtinekê de ligel kenala IMC amaje bi wê yekê kir ku, dewleta Tirkiyê ji hemû civînên me ligel Qendîl agahdarbû.
Herwiha got: “Berî niha dewletê jime xwestiye em bi qendîlê re bicivin, niha jî dixwazin me li ser wan civînana siza bikin, deselata APKê xwestiye Cemîl Bayik û Murad Qereyelan bibînin ne HDPê!.”
Heger me bibin dadehê em dê hemû belgenameyan deynin ber destê dadwer.
Basnews
