Kurdên Cihû: Parastina aştiya civakî erkê me hemûyan e!
Di vê ragehandinê de Kurdên cihû amaje bi egerên penaber buna xelkekî zêde wê di vî şerî de pêkbê û ji ber vê jî rêxistinên cîhanî û rêxistinên Herêma Kurdistanê wek pêşneyar û daxwaz heşt xal diyar kirine.
Ragehandina Kurdên Cihû waha ye:
Şerê rizgarkirina bajarê Mûsilê yê li gel terorîstên rêxistina DAIŞê waye destpê dike, tê pêşbînî kirin 300-500 hezar malbatên ji navçe, bajar û bajarokên Mûsilê penaber bibin. Dibe ev penaberane cudayiyeke zêde li gel yên berî du salan hebe. Ev penaberane ku du sale li ser tund û tîjî û red kirina yên beranber wan ve, çi bi xwasteka xwe be, çi bê xwasteka xwe be û dibe piraniya wan jî li dijî hebûn û sîstema DAIŞê bin, lê aştiya civakî ya di nav pêkhateyên cuda yên Kurdistanê pêkhatiye pêwîste ji hemû aliyan ve wek li ser her tiştî re çav lê bê kirin.
Em wek nûneriya Kurdên Cihû bi vê armancê wan pêşneyaran aşkera dikin:
1-Kampeke taybet bo wan penaberan bê vekirin ku hemû xizmetkarî tê de hebin û awayê zîndanên mezin nebe. Ji ber ku hemû penaber xwedî maf in û yek ast di wan kampane de hebe ku wek kampên vê dawiyê li welatên Ewropayê ji bo penabarên Sûriyê û Iraqê hatine avakirin û li gor yasayên wan welatana ne.
2-Aliyên ewlekariyê mafê lêpirsîn û lêkolînê li gel wan penaberan hebe, bi taybet ew penaberên ku beşdarî li tewanan kirine û dîmênên pesindkirî yên hatine pêkanîn û nehatine pêkanîn li berdestê wan be.
3-Em pêşneyar dikin rêxistinên sivîl li Kurdistanê, ku hejmara wan bi hezaranin, fişar bixin ser rêxistinên mafê mirov û Netewên Yekbûyî(NY), ku alîkariya Herêma Kurdistanê di avakirina wan kampên penaberan de bikin, ji ber ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di krîzeke giran a darayî de derbas dibe.
4- Fişar li ser rêxistinên Amnesty İnternational û Human Rights Watch bê kirin, ku rê û karên ewlehî, yasayî û mirovî nekene kartek binpêkirinê.
5-Em daxwaz dikin li hemû merc û nûner û rêxistin û senterên hemû ol û pêkhateyên Kurdistanê dikin, ji naha de hewla avakirina sindûqekî komkirina alîkariyê bidin bo wan penaberane û em bikarin bi hemû aliyan ve alîkarê wan bin û bi vî awayî çanda pêkvejiyanê û yek qebûlkirinê di nav wan de ava bikin.
6-Em daxwazê li rêxistinên Navnetewî yên mafê mirov dikin, ji naha ve hewla avakirina senter û dibistanan ji bo wan zarok û ciwanên penaber bidin, ku çanda tund û tîjî û red kirina beramber bê derbas kirin, wek piştî têkçûna Naziyan a şer ê cîhanê yê duyemînde li Almanyayê, bi destê hevpeymanan kirin endam û alîkariya Naziyan kirin û ew jî li dijî Nazîzmê bun bersiv û ji wan cuda bûn.
7-Rol dîtina rêberên Olî (Îslam, Xirîstiyan û Êzdî) pir giringe di şiyarkirina wan penaberan de.
8- Pir giringe saziyên ewlekariyê kontrolkirina giyanî yên tolhildanê bikin.
Bi vî awayî em rûniştvanên herêma Kurdistanê dikarin bi hatina pêleke din ê penaberên bin desthilatiya DAIŞê, bi aştiya civakî û çanda pêkvejiyanê biparêzin û di heman demê de jî bibin beşek serekî li hawarhatina mirovî yê wan penaberan.
Nûnertiya Kurdên Cihû
Di wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî
20.05.2016
Basnews
