Amerîka jî li hember rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê nerazîbûn nîşan da
Piştî Yekitiya Ewropayê, Amerîka jî li hember rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê ji aliyê Parlamentoya Tirkiyê ve nerazîbûn nîşan da.
Alîkarê berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka, Mark Toner li ser rakirina parêzbendiya parlamenterên kurd daxuyaniyek nivîskî da û ragihand, tirsa me heye ev bûyer bondorek xirab li ser azadiya axaftinê bike.
Mark Toner anî ziman ku eger guhertina Qanûna Bingehîn bibe sebeba tengavkirina qada siyasî wê çaxê dê asta demokrasiya Tirkiyê dakeve.
Wî rayedarê Amerîka daxwaz kir ku tevahiya parlamenteran li hember qanûnê wek hev bên darizandin.
Parlamentoya Tirkiyê duh bi piraniya dengan, ew qanûna ku rêya rakirina parêzbendiya parlamenteran vedike, pesend kir. Ji bo ku ew qanûn bi fermî bicîh were divê ji aliyê serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve were îmzekirin.
Li gorî wê qanûnê, parêzbendiya derdora 140 endamên parlamentoyê tê rakirin, di nav wan de derdora 50 parlamenterên HDPê jî hene. Hejmara parlamenterên HDPê 59 e.
Parlamenterên HDPê yên derheqê wan de doz hatiye vekirin, bi “endamtiya rêxistina terorîstî” tên tohmetbarkirin.
Basnews
