Yekitiya Ewropa li hember rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê nerazîbûn nîşan da
Duh (20ê Gulanê) Parlamentoya Tirkiyê, bi piraniya dengan ew qanûna ku rêya rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê vedike, qebûl kir. Bi vî rengî rêya girtin û darizandina parlamenterên HDPê vebû.
Piştî wê bûyerê, berpirsiya siyaseta derve ya YE, Federîka Mogherînî û berpirsê siyaseta firehkirina YE, Johannes Hahn di daxuyaniyeke nivîskî ya hevbeş de nerazîbûna xwe li hember rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê nîşan dan û ragihandin, divê rakirina parêzbendiyê ji bo hemû endamên parlamentoyê hiqûqî be ne siyasî.
Di daxuyaniya Mogherînî û Hahn de her wiha hatiye gotin ku fikarên YE yên ciddî li hember rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê hene ji ber wê jî divê pêvajoya darizandina wan parlamenteran bi awayekî şefaf û hiqûqî birêve biçe.
Raportora YE di karûbarên Tirkiyê de, Katî Pîrî jî li ser twîttera xwe li hember rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê nerazîbûn nîşan daye û gotiye, AKPê “xeletiyek dîrokî” kir.
Wê rayedara YE her wiha gotiye, “Dixwazin parlamenterên HDPê bi pîvanên ne demokratîk bêdeng bikin…”
Basnews
