“Hikûmeta Iraqê bi riya Heşda Şeibî çekên pêşketî dide PKKê”
Çavkaniyekê ji rojnameya elerebî Elcedîd re ragehadniye ku, Partiya Dawa ya Iraqî di riya milîsên Heşda Şeibî ya Şîa çekên pêşkeftî û rokêtên dijî firokeyan yê lûleyî dide Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK).
Wê çavkaniyê tekez kir ku, ew çek ji xezîneya wezareta berevanî û artêşa Iraqê jibo PKKê têne şandin.
Herwiha dibêje: “Bêhtirê wan çekan Rûsî û Rojavayî ne ku Iraq ew wek alîkarî jibo şerê li Dijî DAIŞê wergirtibûn.”
Li gorî heman çavkaniyê: “Ew çek di riya bajarê Silêmaniyê dighên çiyayê Qendîl û radestî PKKê dibin.”
Basnew
