• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdarên terorîstiyên bajarê Brukselê şermezar kir

Gulan Media March 23, 2016 Nûçe
Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdarên terorîstiyên bajarê Brukselê şermezar kir
Berî nîvroya roja sêşem 22.03.2016 li encama çend kirdarekî terorîstî ya li bajarê Bruksela paytexta Belçîka hejmarekî zêdeyê hemwelatiyên bêtawan canê xwe dest dan û hejmarek jî birîndar bûn. Gelek bi tundî vê kirdara diltezîn şermezar dikîn ku bextewerî û jiyana xelkê kiriye armanc. Bi vê helkefta xemgîn serxweşiyê li gel û Hikûmeta Belçîka û kesukarên qurbaniyan dikîn û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn.

Gelê Kurdistanê bi xwe ku li hêla yekema şerê terorîstan daye gelek bi başî ji hereşe û asewar û dirindayetiya terorê têdigihe û xwe bi hevxemê gelê Belçîka dizanê. Kirdarên terorîstiyên bajarê Brukselê zenga metirsiyê ye ji bo cîhanê û wê yekê dide xuyakirin ku teror sînoran nasnake û hereşeye ji bo hemû mirovayetiyê. Her ji bo vê yekê jî rûbirûbûn û ji navbirina terorê hewlekî ciddî û hemû aliyaneye û yekgirtiya civaka navdewletî pêwîste.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
22.03.2016

Top