Nîv milyon mêvanên Newrozê
“Em rojî salî tazeye Newroz e“
Cejna netewî ya gelê Kurd Newroz li tevahî bajar, navçe û herêmên Herema Kurdistanê bi aheng û mîhrîcanên cûda û rengîn tê pîroz kirin. Di seranserê sedsala derbasbûyî de jî di serdema dagirkeriya Îngîlîzan û dewleta Iraqê de jî Newroz herdem hatiye pîroz kirin. Helbestvanê navdar ê Kurd Pîremêrd ku xwediyê helbesta navdar "Em rojî salî tazeye Newroz e hatewe" ye, di bîranînên xwe de behsa Newroz a sala 1945’an ya li Silêmaniyê dike û dibêje ku sala berî gelek hewl dane ji bo berpirsên Îngîlîz destûr bidin Newroz weke cejnek nîştîmanî yê Kurdan bê pîroz kirin. Heman salê bi amadebûna Nûnerê Brîtanya li Silêmaniyê Admons, li taxa Girdî Mameyare û Karêza Usta Şerîf agirê Newrozê hatiye hilkirin û bi vî awayî cejn û kultura netewî hatiye pîroz kirin. Herwiha Newroz rojek diyar bûye ji bo serhildan û xwepêşandanên li dijî desthiladarên Iraqê. Raperîna mezin a Herema Kurdistanê jî ku di destpêka Adara 1991’ê destpê dike û di Newrozê de jî digehe serkeftinê.
Piştî rizgarbûna perçeya Herema Kurdistanê, her sal Newroz bi awayek fermî li hemû bajar, navçe û bajarokan tê pîroz kirin. Ahengên mezin ên girseyî li paytext Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helepçê tên sazkirin. Kurdên xwedî baweriyên cûda yên êzdî, yarsan, şabek, kakeyî bi dabûnerîtên netewî Newrozê pîroz dikin. Herwiha gelên din ên li Herema Kurdistanê dijîn, tirkmen, aşûrî-keldanî û ermenî jî heman awayî bi rengên xwe beşdarê pîrzobahiyên girseyî dibin. Lewma jî Newrozên Herema Kurdistanê bi reng û reng derbas dibe.
Berdevkê Desteya Giştî ya Geşyariya Herêma Kurdistanê Nadir Rostî derbarê geştyarî û Newrozê de bo BasNûçe axivî û got ku cejna netewî Newroz faktorek pir giring e ji bo pêşxistina geştyariya Herêma Kurdistanê ya navxwe û ya derve jî. Nadir amaje bi wê yekê dike ku welat û gelên ku Newrozê pîroz dikin li gor dabûnerîtên xwe ahengan saz dikin û dibêje li Herema Kurdistanê jî xelkên bajaran piranî di Newroz an de derdikevin derveyî bajaran û pîrozbahiyan li derve dikin. Her çend ev yek kevneşopiyek dêrîn û rûniştî jî be lê ew dixwazin berovajiyê vê kevneşopiyê ahengên girseyî lidarbixin da ku zêdetir bala cîhanê bikêşin ser Kurdistanê.
Nadir Rostî got: "Beriya niha ev hêz û eb derfetên me nebûn. Newrozên me qedexe bûn. Lê niha Kurdistan azad e û derfetek mezin heye ku cejna Newrozê bi awayek nûwaze bê pîroz kirin. Em weke Desteya Giştî ya Geştyariya Herêma Kurdistanê ji bo dazanîna welatê xwe, gelek giringî didin pîrozbahiyên Newrozê. Em dixwazin Newroz bibe boneyek da ku zêdetir xelkên biyanî bikêşin Kurdistanê. Da ku cîhan çand, folklora me, dîlan û şahiyên me, hunera gelê me ji nêzîk ve nas bike. Çawa ku Newroz cejna neteweya gelê Kurd e û bûye cejna hemû gelên Rojhilata Navîn û Asyayê, heman awayî pîrozbahiyên li Herêma Kurdistanê jî dikare bibe navendek giring ji bo pîrozbahiyên vê cejna pîroz. Ji bo vê jî di nav plan û bernameyên Desteya Giştî ya Geştiyariya Kurdistanê de, sazkirina karnavalan, mîhrîcanên cûr bi cûr heye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di salên derbasbûyî de piştgirî da van proje û planan."
Berdevkê Desteya Giştî ya Geşyariya Herêma Kurdistanê Nadir Rostî diyar dike ku li her çar bajarên Kurdistanê, li Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helepçeyê qadên taybet ji bo pîrozbahiyên Newrozê hatine terxankirin û dibêje: "Li hemû navendên giring û navçeyan Newroz bi awayek cûda tê pîroz kirin. Ji bo mînak, li Hewlêrê qada taybet a Newrozê, Parka Şanedar e. Di salên derbas bûyî de li vê parkê, ji 11’ê Adarê heta 20’ê Adarê karnavelên mezin hatin lidarxistin. Her rojek karnavalê bernameyên cûda û dewlemend hebûn. Roja Newrozê jî li vê qadê bi beşdariya berpirsên îdarî, hikûmî û partiyên siyasî, agirê Newrozê dihate vêxistin û cejna Neteweyî dihate pîroz kirin. Hemû pêkhateyên li Kurdistanê dijiyan ên weke Tirkmen, Ereb, Aşûrî-Keldanî beşdarê van mêhrîcanan dibûn. Gelek serkonsol, nûnerên welatên biyanî jî di van pîrozbahiyan de amade dibûn. Ev pîrozbahî di heman demî de dibû peyamên danasîna Kurdistanê jî. Xelkên navçeyê û yên biyanî jî didîtin ku Kurdistan li herêmê welatek aram e û cihê pêkvejiyanê ye. Newrozên salên 2012 û 2013’ê di heman demê de salên pêşwazîkirina rêjeyek zêde yê geştyaran jî bû. Li gor daneyên di destê me de, tenê di dema Newroz a 2013’ê de ji Iraq, Îran, Tirkiye û ji welatên din 460 hezar geştyaran rû li Herêma Kurdistanê kirin. Ev rêje gelek giring û têkariyek giring dihêle bo aboriya Kurdistanê jî.“
Newroz derfet e bo geştiyari
Nadir Rostî da zanîn ku bi taybet piştî birîna bûdceyê ji aliyê Bexdayê ve û jiber gefa terorê ya li ser Herêma Kurdistanê, di du salên derbasbûyî de pîrozbahiyên Newrozê yên navendî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nayên pêk anîn. Rostî dide zanîn ku bi roxmê vê yekê jî karên wan ên ji bo Newrozê û pêşxistina geştyariya Kurdistanê berdewam dikin û dibêje: "Bi roxmê qeyrana darayî û gefa terorê ya li ser welatê me jî, weke Desteya Giştî ya Geşyariya Herêma Kurdistanê bernameyên me yên cûda hene. Di 19 û 20’ê Adarê de emê derbarê Newrozê de li gel kompanyayên geştyarî yên cîhanê konferansekê pêk bînin. Wê ji 35 welatên cûda nêzîkê 100 kompanyayên geştyariyê beşdarê vê konferansê bibin. Emê di vê konferansê de jî behsa giringî û xweşiya Kurdistanê bo geştyaran bikin. Wê Newrozên Kurdistanê jî bibe mijarek giring."
Rostî derbarê hemerengiya Newrozên Kurdistanê de jî agahî dan. Bi gotina Rostî li hemû deverekê Herema Kurdistanê Newroz bi awayek din xweş û rengîn e û dibêje: "Li her deverê Kurdistanê Newroz bi awayek din xweş û ciwan e. Bajarê Silêmanî ku weke paytextê serhildan, çand û wêjeya Kurdî tê naskirin, di dîroka Herema Kurdistanê de herdem ji bo Newroz an bûye meskenek giring. Newrozên Silêmaniyê tev bi armanc in û bi wate ne. Bi dirûşmên cûda tên pîroz kirin. Deverên din jî heman awayî xweser û bi wate ne. Ji bo mînak li herêma Hewraman mehek beriya Newrozê aheng û pîrozbahiyên Newrozê destpê dikin. Di Newrozên Hewraman de mirov dikare hemû nexşe, dabûnerît û folklora dîrokî ya Kurdan bibîne. Herwiha navçeya Akrê weke paytexta Newrozê tê dîtin. Di şeva Newrozê de hemû girên bilind ên Akrê bi agirê Newrozê dixemile û xelkên vê deverê bi meşaleyan hildikêşin çiya û giran. Dîmenên gelek ciwan ên Newrozê li vê herêmê peyda dibin. Newroz a hemû deverên Herema Kurdistanê jî hêjayî dîtinê ye."
Hêjayê gotinê ye ku li Herêma Kurdistanê jiber qeyrana aborî û şerê li dijî DAIŞ’ê û sedemên ewlekariyê eve du sal in, pîrozbahiyên navendî yên Newrozê nayên kirin. Lê belê gelê herêmê, di bin her şert û mercekê de vê cejna giring û dîrokî di nava xwe de pîroz dikin.
Basnews
