• Wednesday, 25 February 2026
logo

Îsrayîl daxwazê ji hevwelatîyên xwe dike, serdana Turkîyayê nekin

Gulan Media March 21, 2016 Nûçe
Îsrayîl daxwazê ji hevwelatîyên xwe dike, serdana Turkîyayê nekin
Îsrayîl daxwaz ji hevwelatîyê xwe kir ku serdana Turkîya nekin, bi egera xirabîya rewşa asayîşê li wî welatî. Ev agahdrîya hikumeta Îsrayîlê piştî kuştina wan sê hevwelatîyên Îsrayîlê dihê ku di peqîna roja Heynî ya bûrî li bajarê Istanbûlê canê xwe ji destdan û sê hevwelatîyên din birîndar bûn.

Nivîsînegah serok wezîrên Îsrayîlê, Binyamîn Nitinyaho li ser evê agahdarîyê, ragehandinek belav kir û daxwaz ji hewelatîyên Îsrayîlê dike, xwe dûr bikin ji serdana Turkîyayê.

Ji alîyekê din ve roja Yekşembîya bûrî, berpirsên bilindên Îsrayîlê serdana Turkîyayê kirin û termên wan sê hevwelatîyên Îsrayîlê veguhaztin ku di peqîna Istanbûlê de bûne qurbanî.

K24
Top